Mijdar 20, 2025 18:40 Asia/Tehran
  • Salihî Emîrî: Îran  di rêza 10 welatên sereke yên cîhanê ji hêla hejmara şûnwarên tomarkirî ye

Wezîrê Mîrata Çandî bi gotina vêya ku Îran di rêza 10 welatên yekem ên cîhanê ji hêla hejmara şûnwarên tomarkirî li UNESCO'yê ye, got: Tomarkirina cîhanî ya şûnwarên cîhanî ji hêmanên nirxdarbûn û pênaseya neteweyî ya welatan e.

Seyîd Reza Salihî Emîrî li rex serdana ji navendên dîrokî yên Zencanê got: Îranê heta niha 29 şûnwarên hestpêkirî û 28 babetên razberî û hestpênekirî di pêrista UNESCO'yê da tomar kirine û bi hebûna 57 şûnwaran di pêrista demkî da, tenha welat e ku ji bo çend deheyên din derfeta tomarkirina herî kêm şûnwarekê di salê da heye.


Wî got: Hin dosye weke Keleha Elemûtê, Masûle, Mizgeftên Camî û çend şûnwarên din di nobeta tomarkirina cîhanî da n û Îran bi hebûna zêdetir miliyonek şûnwarên nasnekirî û 43 hezar şûnwarên tomarkirî di asta neteweyî da, potensiyêla tomarkirina bi sedan babetên din jî heye.

Serepeyv