Postera dora çil û sêyem a festîvala cîhanî ya Fîlma Fecrê hat nimandin
Mijdar 16, 2025 16:58 Asia/Tehran
Di rêûrismekê da ku berêvariya Şemiyê, 15ê Mijdarê li mezargeha Seidî hat lidarxistin postera dora çil û sêyem a festîvala cîhanî ya Fîlma Fecrê hat nimandin.
Postera dora çil û sêyem a festîvala cîhanî ya Fîlma Fecrê ji aliyê Mehdî Dewayî va li gorî wêneyek ji Casim Xezbanpûr hatiye dîzaynkirin. Xezbanpûr di vê wêneyê da wêneyek ji Ebas Kiyarostemî derhênerê nasyar ê sînemaya Îranê û wergirê Nexla Zêrrîn a festîvala Kenê tomar kiriye.
Dora çil û sêyem a festîvala cîhanî ya Fîlma Fecrê dê 25ê Mijdarê heta 2ê Kanûna 2025an bi mazûvaniya Şîrazê were lidarxistin