Mijdar 14, 2025 16:07 Asia/Tehran
  • Peykera palewanê Para-olempîkî yê giranîrakirina cîhanê hat nimandin

Rêûrisma nimandina peykera Siyamend Rehman qaremanê neteweyî û para-olempîkî yê giranîrakirina cîhanê bi amadebûna mihendis Evdilkerîm Hisênzade Alîkarê Serokomar di karûbarên geşepêdana gundî û navçeyên bêpar, malbata vî palewanî û Hesen Canfişan endamê canbaz ê tîma neteweyî ya Para Tenîsa ser maseyê li Şinoyê hat lidarxistin.

Ev peykera ciwan ku ji aliyê hunermendê sineyî li ser siparîşa serokkomarê Îranê hatiye çêkiirn, bi nîşana qaremaniyên Siyamend Rehman di warên navneteweyî da hat nimandin.

Di vê rêûrismê da, Hisênzade qala şopandina avakirin û teyarkirina pêşangeha hertimî ya mîdal û şanaziyên Siyamend Rehman li kêleka mezargeha wî kir.

Serepeyv