Belgefîlma 'Yel'ê li festîvala fîlman a Spanyayê hat wergirtin
Cotmeh 11, 2025 14:33 Asia/Tehran
Belgefîlma 'Yel'ê bi sernavê 'Yal-championship Untold' bi derhêneriya Emîr-erdelan Zencanî ji bo nîşandana li dora 37an a Festîvala Fîlman a Girona'yê ya Spanyayê hat bijartin.
Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Girona'yê ku nêzikî çar dehsal ji lidarxistina wê derbas dibe, yek ji rûdanên herî nasyar ên sînemaya serbixwe li Ewropayê ye û cîgeheke taybet di warê danasîna fîlmçêkerên afirîner û berhemên dahênane heye.
Dora 37an a vê festîvalê dê ji 4 heta 8ê Mijdara 2025an were lidarxistin.
Belgefîlma 'Yel'ê ku raborî û rewşa niha ya werzîşa Leşsaziyê (bodybuilding) li Îranê nîşan dide, bi awirekî lêkolînerane û mirovî hewldan, vîn û jiyana çalakên vê werzîşê şirove dike.