Endamên Desteya Hilbijêr a Festîvala Şanoya nav-kolanê ya Merîwanê hatin nasandin
Cotmeh 09, 2025 10:16 Asia/Tehran
Îrfan Nazir, Ferzan Dulfanî, Mûsa Hidayetî, Îlahe Pûrcemşîd û Mîlad Molewî bûn endamê Desteya Hilbijêr a Festîvala Şanoya nav-kolanê ya Merîwanê.
Li gorî ragihandina Sekreterxaneya festîvalê, Îrfan Nazir, Ferzan Dulfanî, Mûsa Hidayetî, Îlahe Pûrcemşîd û Mîlad Molewî wek endamên endamê Desteya Hilbijêr a berheman ji bo vê dewra Festîvala Şanoya nav-kolanê ya Merîwanê hatin nasandin.
Dewra hejdehem a Festîvala Şanoya nav-kolanê ya Merîwanê bi armanca rewacdana şanoya nav-kolanê, danûstana çandî û xurtkirina tevgera hunerî ya gelanî bi sekreteriya Fatih Badperwa dê ji 26 heta 30ê Cotmeha 2025an li bajarê Merîwanê were lidarxistin.