Wergirên Xelala Nobela Fîzîk û Pizîşkî ya 2025an hatin nasandin
Xelata Nobela Pizîşkiyê ya îsal ji bo awayê hevpar pêşkêşî Mary Brunkow, Fred Ramsdell û Shimon Sakaguchi ji ber keşfên wan derbarê "Hêminiya toleransa hawîrdorê" hat kirin.
Mary Brunkow, Fred Ramsdell û Shimon Sakaguchi ji ber keşfên xwe yên pêşeng derbarê Hêminiya toleransa hawîrdorê ku rê li ber gihîştina zirar û ziyanêl li pergala hêminiyê ya leş digire, nobela Fîzyolojî yan Pizîşkiyê ya 2025an wergirt.
Pergala hêminiya leş her roj me li hember hezaran mîkrobên cûrbicûr ku hewl didin êrîşî ser wî bikin, diparêze.
Xelata Nobela Fîzîkê ya 2025an jî bû para Can Klark, Mîşil Dêwore û Can Martînês.
Ev xelat ji bo keşifkirina Tûnelsaziya Kuantomî ya Makroskopî û Kuantîzasyona Enerjiyê li xolgeheke elektrîkî ji Can Klark ji Zanîngeha Kalîforniyayê, Mîşl Dêwore li Zanîngeha Yale'ê û Zanîngeha Kalîforniyayê û Cam Martînês ji Zanîngeha Kalîforniyayê ra haat terxankirin.