Belgefîlmsazê Kurd xelata Festîvala Bûsanê wergirt
Îlon 29, 2025 10:34 Asia/Tehran
Dora sîyem a Festîvala Fîlman a Bûsanê xelata taybet a berhemên belgewar a xwe ji belgefîlma 'Baskên stranbêj' berhema Hêmin Xalidî ra terxan kir.
Xelata 'Mecenat Award' a Festîvala Bûsanê bo baştirîn berhemên belgewar ên vê rûdana sînemayî li Beşa Pêşbirkê ya 'Wide Angle'ê ya Bûsanê hat xelatkirin û îsal sê belgefîlm ji wan du berhemên Koreya Başûr û 'Baskên stranbêj' berhema Hêmin Xalidî karîn vê xelatê wergirin.
Ev fîlm yekemîn ezmûna derhêneriyê ya belgefîlma dirêj a 'Hêmin Xalidî' ye û bi şiroveyeke paralel û têkel li ser jiyana sê cot hevjînan, rûbirûbûna wan digel meseleya koçberiyê nîşan dide.
Cihê çêkirina fîlmê gundê Derre Tefîyê li Merîwana Kurdistanê ye; cihê ku pêkvejiyaneke bêhempa navbera mirov û leglegan tê dîtin.