Yekemîn hefteya Fîlmên îranî li Koreya Başûr hat lidarxistin
Yekemîn heftreya Fîlmên îranî li Koreya Başûr ji roja 24 heta 27ê Îlona 2025an bi mazûvanîya Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Sêulê û bi hevkariya Arşîva Fîlma Koreyê hat lidarxistin.
Rêûrisma destpêbûna vê rûdana çandî bi amadebûna komek ji balyozên welatan li Koreya Başûr, hevwelatiyên koreyî yên mereqdarê sînemaya Îranê û îraniyên niştecihê vî welatî hat lidarxistin.
Di vê rêûrismê da, fîlma 'Hebek şekir' wek berhema destpêkirinê hat nîşandan û tûşî pêşwazîya germ û berfireh a temaşevanan hat.
Lidarxistina vê hefteya fîlmê, yekemîn ezmûna fermî ya nîşandana berhemên sînemaya Îranê di çarçoveya rûdaneke çandî li Koreya Başûr e û pêngavek ji bo danasîna dîrok û potensiyelên hunerî yên sînemaya Îranê û bihêzkirina têkiliyên çandî navbera du welatan tê hesibandin.