Şûnwarekî fosîlî yê 7 miliyon salî li Parêzgeha Kurdistanê hat keşifkirin
Serokê Rêveberiya Jîngehê ya Dêwilanê qala keşifkirin û destpêbûna lêkolînan li ser şûnwarekî fosîlî ya kêmmînak li nêzikî gundê Qişlaqê li başûrê vê şaristanê kir.
Cemîl Hemîdî got: Ev navçe ku bi navê Şûnwarê Qoçim Silemerzê tê naskirin, gencîneyeke binirx ji dîroka xwezayî û mîrata erdnasiyê ya Parêzgeha Kurdistanê tê zanîn.
Serokê Rêveberiya Jîngehê ya Dêwilanê tevî şirovekirina pêvajoya bicihanîna planê, got: Bi girêdana girêbestê navbera Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Kurdistanê û Zanîngeha Zencanê, lêkolînên berayî li ser vî şûnwarî bo Koma Erdnasiyê ya Kolêja Zanistan a Zanîngeha Zencanê hat spartin.
Wî got: Di memûriyeteke şeş rojî da, tîma zanistî bi sergêriya Mecîd Mîrzayî bi destûr û çavdêriya Rêveberiya Jîngehê, karê naskirin û rakirina nimûneyan bi awayekî taybet pêk anî.
Hemîdî got: Nimûneyên rakirî li gorî standardan bo labratuwarên taybet hatin veguhestin û rapora seretayî ya tîma zanistî nîşan dide ku ev fosîl aîdî cûreyên taybet ên hespên sêtilî û ajelên ser bi Malbata Gayan (Bovidae) li dewreya erdnasiyê ya Miyosênê û bi kevnatiya derdora heft heta heşt miliyon salî ne.
Serokê Rêveberiya Jîngehê ya Dêwilanê herwiha got: Anegorî giringî û bêhevtabûna vî şûnwarî, em ê hewl bidin piştî tevavkirina lêkolînan û erêkirina ji aliyê karzanan va, ev şûnwar wek "Şûnwarê Xwezayî yê Neteweyî" were tomarkirin.