Dengê heqbêjî û rastbêjîyê yê medyayên serbixwe bi mûşekan nayê vemirandin
Serokê Beşa Dervesînor a Rêxistina Radyo û Televîzyonên Îranê ji ber şerê neberanber ê medyayî di êrişa neasayî ya medyayên nepirofişinal û xalifîner ser raya giştî ya gelên cîhanê rexne kir û got: Medyayên Yekitîya Asîya u Oqyanûsîyê erkeke mezin di gotina berheqbûna gelan da hene.
Ehmed Norûzî di Dewra 62yan a Civaya Giştî ya Yekitîya Radyo û Televîzyonên Asîya- Oqyanûsîyê da amajeyî êrişa Rejîma Sîyonîst ser avahîya navendî ya Rêxistina Radyo û Televîzyonên Îranê kir û got: Avahîya Navendî ya Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê di nav agirê kîn û tolhildanê da şewitî, tolhilanîna ji medyayeke serbixwe û dengê azadîxwazan ku cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himber gelê mezlûm ê Filistînê û gelên din ên misilman ên herêmê wêrekane aşkira dike.
Norûzî pêgirî kir ku kes nikare dengê medyayê vemirîne û got: Dengê heq û rastbêjîya medyayên serbixwe derheq pergala zorbêj, destdirêjî û koledarîyê bi mûşekan nayê vemirandin belkî gurrîyên êgir, xwe peyama herî mezin in ku dikarin dîmena herî kirêt û derveyî merivantîyê ya hevkêşî û danuistandinên zilhêzan li cîhana îro nîşan bidin.