Îlon 11, 2025 17:50 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya Beşa devesînorî ya Radyo û televîzyona Îranê bi dû êrişa Rejîma Siyonîst ser Yemenê

Beşa devesînorî ya Radyo û televîzyona Îranê di daxuyaniyekê de êrişên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst ser Yemenê û şehîdkirina rojnamevan û welatiyên vî welatî şermezar kir.

Beşa devesînorî ya Radyo û televîzyona Îranê di vê daxuyaniyê de,  êrişên Rejîma Siyonîst ser binesazî û deverên xelknişîn, ji wan avahiyên du medyayên li Senayê û şehîdkirina rojnamevan û welatiyên vî welatî, wekî cinayet bi nav kir û ew  şermezar kir.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Beşa devesînorî ya Radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê vê kiryara terorîstî û tirsonekane bi tundî şermezar dike û hevxemiya xwe ya tam bi xelkê Yemenê û malbatên berxwedêr ên van ewladên rastîn ên medyayê re radigihîne.

Beşa devesînorî ya Radyo û televîzyona Îranê radigehîne ku ev navenda , li gel hevalên rewşenbîr ên medyaya cîhanê, tekezî ser şopandina bi lez û darizandina navneteweyî ya sebebkarên vê karesatê dike. 

 

Serepeyv