Îlam çû pêşwaziya Erbeînê
Merasima pêş Kongreya Erbîniyan bi boneya bûyera neteweyî ya Îranê can, Îlama Îranê û beriya Erbeîna Huseyînî li Îlamê hat li darxistin.
Yekem pêş kongireya mezin a Erbîniyan li paytexta xizmetkarên Seyîd El-Şoheda bi lidarxistina rêûresma kevneşopî ya Çemer, Te'ziye, û sirûda zindî ya "Ey Îran" bi pêşwaziyek kêmmînak a xelkê Îlamê hate lidarxistin.
Xelkê Îlamê bi hatina meha Muherremê, hogiriya xwe ya zêde bo salarê Şehîdan bi lidarxistina adet û kevneşopiyên cûrbecûr nîşan didin.
Rêûresma kevneşopî ya Çemer yek ji van adetên herêmî ye ku bi dengê zirnê û diholê dest pê dike. Di qonaxên lidarxistina Çemerê , komek ji komên cûrbicur têne damezrandin, ji wan komeke rêza jinan, komeke rêza mêran, jinên ku zêmaran dixwînin muzîkjenên saz û diholê û komeke helbestvên herêmî û koroyan e ku her yek ji wan bi awayekî rêkûpêk û li cîhê xwe yê taybetde cih digrin.
Bi gelemperî, merasima Çemerê li parêzgeha Îlamê gelek têgehên bi nirx û baweriyê yên zav hene wek: wekhevî, hevkarî, yekîtî, rêkûpêkî û hevsengiyê. Meşa rêzên jin û mêran bi hev re nîşana wekhevî û wekheviya jin û mêran di jiyanê de ye.
Merasima ayînî ya Çamerê di nav civakên koçer ên Îlam, Loristan û Kirmaşanê de ji kok û nirxên olî yên van eşîran serekaniylê digre û ji bo rêzgirtina kesayetiyan, mirovên musilh û xwedêhez û wêrek, û hebandî di nava gel de tê lidarxistin.