Weznehilgirê îranî bû kesê herî bihêz ê Asiyayê
May 15, 2025 16:18 Asia/Tehran
Weznehilgirê îranî bi bidestxistina du mîdalên zêr û mîdaleke zîv li pêşbirkên qaremaniya Asyayê, wek mêrê herî bihêz ê parzemîna Asiyayê hat hilbijartin.
Pêşbirkên weznehilanînê yên qaremaniya sala 2025an a Asiyayê li bajarê Ciyang Şan a Çînê bi dawî hat û Ayet Şerîfî nûnerê Îranê mîdaleke zîv ya yek qonaxî û mîdala zêrê ya du qonaxî û sercem mîdala zêrê wergirt.
Weznehigirê Îranê serê axir bi tomarkirina sercem 422 kg wek qaremanê parezemîna Asiyayê hat hilbijartin.