May 09, 2025 20:22 Asia/Tehran

Di hefteya buhurî de sêyemîn Mêhricana Navnetewî ya Sobh li Têhranê bi mêhweriyeta medya û serûberiya nûjen a cîhanê û baldariya li ser vegotina rastîn, nasnameyên xwecihî, herêmî û manewiyetê hate lidarxistin.

Pêyman Cibêlî- Serokê Radiyo û Televîzyona Îranê:

Me mazûvaniya kesayetiyên dijî zilmê ji gişt cîhanê ji wan ji Ewrûpa, Amerîka, Asiya û welatên Ereb kir. Ev lihevgirtina di navbera hêzên serbixwe û neyarên komên serdestîxwez de girîng e û anegorî aliyê hember ku îdia dike ku bihêztir e, em îdia dikin ku em zêdetir in. 

Dêyvîd Mîlêr- Civaknasê îslendî:

Civîna îsal pirr berfirehtir bû û veguherîbû cihek ji bo hevdîtin û gotûbêja hemû çalakên warê berxwedanê li cîhanê yanî tevgera cîhanî ya dijî siyonîêstan.

Di van çend rojên buhurî de zêdetirî 20 civîn, komxebat û dersên taybet hatin lidarxistin. Roja Çarşemê, di civîneke taybet de li ser bandora lobiya îsraîlî li ser saziyên siyasî yên welatên rojavayî, dîroknasekî brîtanî bi awayekî xweş behsa dîroka Kendava Farsê kir.

Lodî Aldî- Dîroknas û nivîskarê birîtanî:

Mijara guherîna navê Kendava Farsê bo Erebî, mijarekî nû nîne lê kesên ku ev lîstika siyasî bi rê xistine, divê bizanibin ku navê Kendava Farsê ji bo bi sedan salan heta di nameyên di navbera mîrên Ereban de jî peyveke standard û berbelav di erdnîgariyê de bûye. 

Duh di merasima bijartina kesên bijarde yên Mêhricana Navanetewî ya Medyayî ya sêyemîn a Sobhê de xelata taybetî şehîd Îsmaîl Heniye ji bo Kilêr Dalî û Mîk Valas, parliamnterên berê yên Parlimana Ewrûpayê û Corc Galwî, parlimanterê berê yê Parlimana Birîtaniyayê re hatin dayîn. Xelata taybetî Ehmed Ebû Elrûs, ji bo Ehmed Sehmûd, nûçegîhanê kanala El Alemê li Xezzê re hat dayîn.

Ehmed Sehmûd, nûçegîhanê Kanala Al Alamê li Xezzê:

Ez vê xelatê ya gişt nûçegîhanan dizanim ku di rêya berxwedanê de şehîd bûne.

Û xelata taybetî Seyîd Hesen Nesrulah ji Mesûd Necabetî, hunermendê îranî yê girafîst re hat dayîn. Di dawiya vê merasimê de yekemîn Bazara Navnetewî ya Fîlman a Sobh jî bi amadebûna serokê Radiyo û Televîzyona Îranê karê xwe destpê kir.

Serepeyv