Federasyona Futbolê ya Iraqê ji ber bûyera di pêşbirka tîmên Zaxo û Newrozê da rexne kir
Bi dû şer û alozîya ku di navbera alîgirên tîmên Newroz û Zaxoyê da dema pêşbirka wan li Silêmanîyê derket, Federasyona Futbola Iraqê ragihand ku em hêvîdar bûn ku werzişgehên Kurdistanê bi atmosfer û rewşa xwe ya ciwan bimînin.
Duh di gerra 29an a kpa istêrkên Iraqê da, tîmên Newroz û Zaxo li Silêmanîyê derketin pêşberî hev ku di xulekên dawîn ên pêşbirkê da, gêre di navbera alîgirên her du tîman da derket û di encamê da 30 kes birîndar bûn û ew veguhestin nexweşxaneyê.
Federasyona Futbolê ya Iraqê piştî vê bûyerê di daxûyanîyekê da ragihand: Em ji ber bûyera di dema pêşbirka di navbera tîmên Newroz û Zaxoyê da bi awayekî kûr dilnigeran in, em hêvîdar bûn ku ew rewşa balkêş a li werzişgehên herêma Kurdistanê di dema amadebûna alîgirên tîman da hebû, berdewam be, lê tişta ku qewimî, binpêkirina rasterast a wan peyamên bilind e ku em hewil didin misoger bikin.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî ragihand: Ji bo pêderxistina rastîyan lêkolîn derbara bûyerê da tê kirin.