Duhok bû qaremanê pêşbirkên yaneyên erebî ên derdora Kendava Farsê
Di pêşbirkên vgerê yên Lîga yaneyên Ereb ên derdora Kendava Farsê, Dihokê 1-0 ji tîma Qadsiya Kuweytê bir û bo cara yekemîn bû qareman.
Pêşbirka vegerê ya duh êvarê li yarîgeha Dihokê bi amadebûna zêdetirî 25 hezar temaşevanan hat lidarxistin.
Golên Dihokê, Siyabend Egid û Marlon dos Santosî xelkê Birazîlê lêxistin û Îsmaîl Xafî jî ji Qadsiya re golek lêxist.
Duhok bo yekem car li derveyî Iraqê dibe qareman û lîga qaremaniyê ya Kendava Farsê îsal bo yekem car piştî navbireke 10 salî, bi beşdariya 8 klûban dest pê kir.
Pêşbirka ewilî li Kuweytê hat lîstin û her du tîm 0-0 wekhev bûn
Pêşbirkên 25-2024 dewra 31 emîn ya pêşbirkên herêmî bû û formek nû destnîşan kir ku bo yekem car di van yaneyên Iraq û Yemenê amade bûn.
Tîmên Behrêyn, Iraq, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat û Yemenê beşdarî van pêşbirkan bûn.