Pêşangeha Jinan û rûmeta çanda Îranî
Adar 17, 2025 19:52 Asia/Tehran
Pêşangeha wêneyan a bi navê Jin û rûmeta çanda Îranî li avahiya NY li Jinêvê hat vekirin.
Armanca vê pêşangehê nîşandayîna cih û şûna bilind a jinan di çand û şaristaniyeta Îranê de û rola wê di çalakî û berdewamiya mîrata çandî ya welêt e.
Pêşangeha Jin û rûmeta çanda Îranî komek wêneyan nîşan dide ku xemlên curbicur ên çandî yên Îranê li gor nêrîna jinên jêhatî, afirîner û karsaz nîşan dide.Ev berhem nîşana rola jinên Îranî di huner, çand û veguhestina kevneşopiyên resen ji bo nifşên paşerojê ne.
Vê bûyerê bala dîplomat, nûnertiyên dayimî û endamên çavdêr ên NY û civaka navdewletî li Jinêvê kişandiye ser xwe.