Tîma Guleşta Îranê di rêza duyê da
Sibat 07, 2025 16:36 Asia/Tehran
Tîma Guleşta Îranê di rêza duyê ya Pêşbirkên Guleşta Zagrebê da cî girt.
Tîma Guleşta Azad a Îranê di pêşbirkên navdewletî yên Guleşta Azad ên Kapa Open a Zagrebê da 4 mîdalên zêr û 4 mîdalên zîv bi dest xist û di rêza duyê ya qonaxa renkîngê ya Yekitîya Cîhanî ya Guleştê da cî girt.
Pêşbirkên Guleşta Azad ên Renkînga Yekitîya Cîhanî ya Guleştê di rojên 5 û 6ê Sibatê da li Zagreb paytexta Korovasîyê hatin lidarxistin.