2 wuşuşvanên îranî bûn berendamê wuşuşvanê herî baş ê cîhanê
Çile 21, 2025 14:26 Asia/Tehran
2 wuşuşvanên îranî di lîsteya berendamên wuşuşkarên herî baş ên cîhanê di sala 2024`an de.
Piştî hilkolandina zaniyariyên berendamên baştirîn wuşuşkarên sala 2024`an ji aliyê komîteya werzişvanên IWUF`ê ve, Zehra Kiyanî û Emîr Hisam Mihemedî ji Îranê di rêzê de li pişkên Talokar û Sandakar ên cîhanê ketin lîsteya dawîn a qonaxa dengdana serhêlê ya gelanî de.
Şayanî gotinê ye ku bi giştî 33 berendam ji 15 welat û navçeyan di 5 parezemînan de bona ketina nav qonaxa dengwergirtina anlayn ji bo xelatên salê yên werzişkarên 2024`an hatine bijartin.