Çile 20, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Destpêkirina xebata beşa tirkî ya Press TV yê

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyonê ya Îranê derbarê destpêkirina bi fermî ya xebata beşa tirkî ya Press TV yê agahî da.

Pêyman Cêbêlî Serokê Rêxistina  Radyo û Televîzyonê ya Îranê ragihand ku ji duh yekşemê ve beşa tirkî ya Press TV bi pêşwaziyeke zêde ya  civaka Tirkkiyê  karê xwe destpê  kir û em hêvîdar in geşedana vê torê di beşa zimanê tirkî de jî bibînin.

Dr. Cêbêlî got  ku beşa tirkî ya Press TV  ji îro pê ve li ser medyaya civakî dest bi xebatên xwe bike û ev kar  wek pêngavek ji bo xurtkirina peywendiyên dostane di navbera gelên her du welatan de tê hesabê. Wî got: Yek ji armancên vî karî şandina dîmenên  bi şan û şeref yên Komara Îslamî ya Îranê bo navçe û cîhanê ye.

Serepeyv