Tîma neteweyî ya hilkişîna ser cemedê ya Îranê bû duyemîn a Asyayê
Çile 15, 2025 14:50 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya hilkişîna ser cemedê ya Îranê pileya duyemîn a lîstikên asyayî yên li Koreya Başûr bi dest xist.
Tîma neteweyî 3 kesî ya hilkişîna ser cemedê ya Komara Îslamî ya Îranê, piştî beşdariya xurt li Kûpaya Cîhanî û Pêşbirkên Asyayê li Koreya Başûr, bi sernavên hêja û 8 medalan pileya duyemîn a Asyayê bi dest xist. Di vê rêzebendiyê de Koreya Başûr bû yekemîn û tîmên Qezaqistan, Mongolya, Japonya û Hong Kong di rêzên sêyem heta şeşem de sekinîn. Ev pêşbirk ji 11 heta 13` Çile li Çêongsung a Koreya Başûr hatin lidarxistin.