Jineke Koreyî Xelata Nobela Wêjeyê ya 2024an wergirt
Xelata Nobela Wêneyê ya sala 2024an bû para Han Kanga koreyî.
Li gorî rapora IRNAyê, Di mersima ragihandina wergira Xelata Nobela Wêjeyê ya 2024an ku îro Pêncşemioyê, 10ê Cotmehê, hat lidarxistin da, navê Han Kang ji ber pexşana wê ya şaîrane û bihêz ku birînên derûnî yên dîrokî rave dike û lawazî û berziyanbûna jiyana mirov aşkira dike, hat ragihandin.
Han Kang nivîskara ji Koreya Başûr 27ê Mijdara 1970î li bajarê Kuwangcûyê li başûrê Çînê ji dayîk bûye.
Wê sala 2016an ji ber afirandina Romana Gîyaxwer'ê (The Vegetarian) Xelata Navneteweyî ya Men Bûkêrê (The Man Booker Prize) bi dest xist. Ew keça Han Seung-won e û di 10 saliya xwe da tevî malbatê koçî Seûla paytexta Koreya Başûr kir.
Kangê perwerdehiya xwe di çiqa Wêjeya Koreyî bi dwî aniye û ji sala 2013an va li Enstîtûya Hunerê ya Seûlê Wêjeya Afirînerane hîn dike.