Par- Olempîka Parîsê- Werzişkarekî îranî him bû qareman û him jî rekor derbas kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i351001-par_olempîka_parîsê_werzişkarekî_îranî_him_bû_qareman_û_him_jî_rekor_derbas_kir
Werzişkarekî îranî di pêşbirkên Par- Olempîka Parîsê di çiqa avêtina rimê da rekora cîhan û Par- Olempîkê derbas kir.
(last modified 2024-09-04T11:03:36+00:00 )
Îlon 04, 2024 14:32 Asia/Tehran
  • Par- Olempîka Parîsê- Werzişkarekî îranî him bû qareman û him jî rekor derbas kir

Werzişkarekî îranî di pêşbirkên Par- Olempîka Parîsê di çiqa avêtina rimê da rekora cîhan û Par- Olempîkê derbas kir.

Seîd Efrûz werzişkarê îranî ku di pêşbirkên Par- Olempîka Parîsê da beşdar bûye, di çiqa avêtina rimê da, rima di destê xwe da heta dûratîya 41 metre û 16 santîmtran avêt û bi vî awayî rekora cîhan û Par- Olempîkê derbas kir. 

Seîd Efrûz berî vîya mîdala zêr di pêşbirkên Par- Olempîka 2020 a Tokyoyê û qaremanîya cîhan û Asyayê li çiqa avêtina rimê da bi dest xistîye.

Seîd Efrûz werzişkarê îranî di pêşbirkên Par- Olempîka 2020- Tokyoyê di çiqa avêtina rimê da mîdala zêr bi dest xist û bi avêtina rimê ya heta dûratîya 40 metre û 5 santîmetran rekora cîhan û Par- Olempîkê derbas kir. 

Werzişkarên îranî heta vê gavê di pêşbirkên Par- Olempîka 2024 a Parîsê da 3 mîdalên zêr, 7 mîdalên zîv û 3 mîdalên boronz bi dest xistine û nika karwanê werzişa Îranê di rêza 20 da ye.