Yekemîn mîdala cîhanî ya valîbola perravê ya Îranê
îma volîbola perravê ya bin 19 salan a Îranê li pêşbirka rêzbendiyê ya Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê li hemberî Meksîkayê bi ser ket û mîdala Tûnc a van pêşbirkan bi dest xist.
Tîma netewî ya volîbolê ya bin 19 salan a Îranê di qonaxa berayî de li tîmên Amerîka, Awustralya û Taylandê birû rasterast wek tîma yekê ya komê derbasî qonaxa 16 tîmên dawiyê bû.
Endamên tîma volîbola peravê ya Îranê di qonaxa 16 tîmên dawiyê de li Şîliyê birin û di qonaxa 8 tîmên dawîn da karîn li Poloniyayê bibin.
Lîstikvanên Tîma neteweyî ya Îranê li pêşbirka berî fînalê derda Lêtonyayê û di dawiyê de bi serkeftina li hember Meksîkayê mîdala Tûnc a Pêşbirkên Qaremaniya di bin 19 salan da a cîhanê bi dest xistin.
Eva yekem car e ku volîbalîstên Îranê di Pêşbirkên Qaremaniya cîhanê de karîne mîdalekê bi dest bixin û bi bidestxistina vê mîdala tûncê ketin dîrokê.