Tebax 22, 2024 20:26 Asia/Tehran
  • Tîma Guleşta Ferengî ya Îranê careka din bû qaremana cîhanê

Tîma Guleşta Ferengî ya Tezelawên Îranê 3 mîdalên zêr û 3 mîdalên boronz bi dest xistin û careka din bû qaremana cîhanê.

Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Tezelawên Cîhanê îro li şarê Emman paytexta Urdinê bi dawî bûn û di dawîyê da Tîma Guleşta Ferengî ya Tezelawên Îranê 3 mîdalên zêr û 3 mîdalên boronz bi dest xistin.

Bi vî awayî tîma Îranê bi 140 xalan bû qareman, tîmên Uzbekistan bi 113 û Azerbaycan bi 105 xalan jî di rêzên duyem û sêyem da cî girtin. 

Serepeyv