Bidestxistina yekem mîdala Îranê li Olempîka Parîsê
Gulaştvanê 130 kg yê Îranê bi şkestindana gulaşvanê Komara Azerbeycanê mîdala Tûnc a Olempîkl bi dest xist.
Şeva borî Sêşemî di dawiya pêşbirkan, 2 weznên yekem ên guleşta ferengî ya Olempîka 2024 a Parîsê de, Emîn Mîrzazade nûnerê 130 kg yê Îranê û xwediyê medalya zêr ya cîhanê, li pêşbirka rêzgirtinê li hember Sebah Şerîetî, gulaşvanê komara Azerbaycanê û xwediyê mîdala tûndê ya olempîkê derket ser doşegê û di dawiyê de bi encama 4-0 bi ser ket û bû xwediyê mîdala tûnc a Olempîkê û bû yekem xwediyê mîdala karwanê werzîşê yê Îranê li Olempîka Parîsê.
Berî niha Mîrzazade di pêşbirka yekem de li hember Adam Kon ji Amerîkayê 3-1 bi ser ketibû, lê di pêşbirka duyemîn de li hember Mixaîn Lopez xwediyê 4 mîdala zêr ya olempîkê û 5 mîdala zêr ya cîhanê ji Kubayê 3-1 têk çûbû û çûbû koma yên dorrandî.
Di koma têkçûyî de Mîrzazade li hember Lî ji Koreya Başûr bi encama 9-0 bi ser ket û derbasî pêşbirka senifandinê bû.