Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê bû qaremana Asyayê
Tîrmeh 24, 2024 18:10 Asia/Tehran
Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê bi bidestxistina pênc mîdalên Zêr, du zîv û du bronzan di Pêşbirkên Asyayê li Taylendê da bû qareman.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Pêşbirkên Guleşta Azad a Xortan a Qaremaniya Asyayê rojên 23 û 24ê Tîrmehê li Sîraçaya Taylendê hatin lidarxistin û di dawiyê da Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê bi 201 puenan bû qareman.
Tîmên Qezaqistan û Uzbekistanê bi rêzê bi 150 û 136 puenan di cîgehên duyem û sêyem da cih girtin.