Tîrmeh 20, 2024 10:10 Asia/Tehran
  • kevneşopiya lihîfên hirî

Zînet Banat yek ji wan jinan e ku kevneşopiya balgîn, lihîf û doşekên hirî berdewam dike.

Hema niha jî li hemû malan nivînên hirî tên dîtin. Hiriya ji pez tê girtin, piştî tê paqijkirin û şûştin, ji bo gelek alavan tê bikaranîn. Nivîn, gore, bêrik û çente tên çêkirin.Hiriyê li ber çem dişon û piştre li ber tîrêjên rojê ziwa dikin û radikin.  ji bo çêkirina nivînan, bêrik, çente û goreyan bikartînin. Berê ji bendê ku ji hiriyê dihat girtin, îşlik jî dihat çêkirin.”

jinên Kurd ji berê de bi kar û barê hiriyê re mijûl bûne. Xanima Zînet derbarê karê xwe wiha gotiye:

Ev kar dîrokek, kevneşopiyeke.”‘Jiyana rehet bê tenduriste. nivînên ji elyaf û pirça qazan tên çêkirin gelek bi zirarin . Niha hemû jin elyaf bikar tînin. Lê qet ne başe. Ne germin jî hênikin. Ji ber mirovan xwîdanî dikin, nexweşiyê çêdike. Lê hirî havînê hênik, zivistanê jî germ dike. Ev tişt baldar nayên girtin. Her tişt bûye ceyran û naylon. Têkildarî berê de ti tiştek nehiştin. Teknolojiyê her tişt qedand.”‘Çêkirin zehmete lê dema çêdikim kêfxweş dibim’

Zînetê bi lêv kir ku keda destan parçeyek dîroka Kurdan e.Serhad ji ber herêma zozanane sare. Em li vir ji bilî lihîfên hirî tiştekî bikarnaynin. Dema em dawetên zarokên xwe çêdikin jî ji wan re çêdikin. Em ji bo zarokên xwe yên kûr zêdetir çêdikin. Ji bo mîvanan taybet tê çêkirin. Çêkirina wan gelek zehmete.”

Serepeyv