May 01, 2024 21:03 Asia/Tehran
  • Postera Pêşangeha Pirtûkan a Tehranê hat weşandin; Şiroveya wê çi ye?

Postera Dora 35an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê hat weşandin.

Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê Navenda Nûçeyan a Dora 35an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê, postera vê pêşangehê ku ji aliyê "Sabir Şêx-Rezayî" va hatiye dîzaynkirin, hat weşandin.

Şiroveya vê posterê wiha ye: Pişka sereke ya posterê wêneyê hejmareke pirtûkan e ku avahiyeke mîmarane pêk tînin û eva hewldanek ji bo veguhestina naverokê û avakirina dîmenê bi rengekî nû û vegotineke navneteweyî û kêmîne-bîn a rojhilatî, lê bêyî sûdwergirtina rasterast ji hêmanên kevneşopî yên wêneyî ji çand û hunera îranî ye.

Ji ber ku "Xwendin" xebateke pêvegirêdayî bi melekût û kevneşopiyên herrikbar û rênimûna pêxamhênerên wehyê ye û pirtûkên herî baş ên mirovan jî serçaviya wan a asimanî heye, hin pirtûk ji fêza çarçoveya dîmenê, di rewş û haletên ciyawaz da û bi awayê potensiyel ber bi xwarê va tên û li navenda kevalê "Karê Çêkirinê" di raçandineke weke avahiyeke hevgirtî ya mîmarane da ku navokên seretayî yên şaristaniyet û bajarsaziyê disêwirînin, bi cih tînin; lihevalyayîbûna pirtûkan jî nîşana raman û felsefeya îranî ye.

Zemîneya posterê bi rengê Lacewerdî (Şînê îranî) ye ku neqişandina vê çerxeyê li qada berfireh a asimên nîşan dide û ev reng jî tevî pêkanîna hesta geşatiyê li rex cihêrengiya pirtûkan, zemîneya nêrînên dînî û irfanî di dîrok û çanda Îranê û kevneşopiyên dîtbarî yên nîgarekişandina îranî da dinimîne.

Berhevbûn û şêwaza raçandina pirtûkan tevî sêwirandina forma dîtbarî ya pirtûkeke vekirî ku di du aliyên xwe yên sereke da dergeh û eywanên xwe yên ronî heye ku bi teyîsîna şewqa agahiyê li çav û dilên mirov wê vediguherîne Utopiyayekî ser erdê, têgeheke din nîşan dide û ew jî şekleke sadekirî ya dilekî mezin ê rohnî û geometrîk e ku wateya "Dilovaniyê" li nav civakan tîne bîra mirov; têgeha ku encama pirtûkxwendin û şarezayî û hebûna exlaqê di jiyana mirovahiyê da ye û pilekana ku bi pirtûkan hatiye çêkirin jî nîşana "Pêşketin û Berzahiya" mirov e.

Navê pêşangehê û hêmanên nivîskî jî bi awayekî li qiraxan hatine bicihkirin da ku bîner di serî da bi awayê dîtbarî lê binêre û çavê bîner li ser hêmanên cûrbicûr ên posterê bigere û îşaretên bingehîn û raveya çîrokî ya her hêmanekê bala wî bikişîne.

Dora 35an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê bi Dirûşmeya "Bila em bixwînin û ava bikin" dê ji 9 heta 19ê Gulana 2024an li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) were lidarxistin.

Serepeyv