Navenda Çandê ya Hesen Saltik li Dêrsimê hat vekirin
Mijdar 29, 2023 09:35 Asia/Tehran
Li navçeya Xozatê ya Dêrsîma Kurdistana Tirkiyê, bi navê nivîskar, dîroknas û derhêner Hesen Saltik navenda çandê hat vekirin.
Navenda Çandê ya Hasan Saltik bi bernameyekê, li navçeya Xozatê ya Dêrsimê hat vekirin.
Hasan Saltik bi xebatên xwe yên li ser Komkujiya Dêrsimê jî dihat naskirin û wî gelek dîmen û belge jî derbarê wê komkujiyê weşandibûn.