Mijdar 26, 2023 18:08 Asia/Tehran
  • Teknolojiyê bandorek xirab li ser hunerê kiriye

Navçeya Koye xwediyê gelek hunermendên mezin û naskiriye ku rolek mezin di aliyê hunera Kurdî de lîstine û heta niha jî nifşê nû guh dide dengên wan hunermendan.

Hunermendên navçeya Koye di derbarê giringiya hunerê ya li Koye û sedemên ku bandor li ser hunerê bi awayek giştî dikin gotin:

Hunermend û Awazdaner Arezu Îsmaîl diyarkir hunermendên berê yên resen hemû jiyana xwe ji hunera xwe veqetandin û ji bilî wê jî ji bo hînbûn û lêgerîna şêwaz û stranên resen hertim di nava hewildanan de bûn. 

Li gor wê  heta niha jî deng û sitranên wan hunermendan zindî maye û got; “Wan hunermendan her yek şêwazek xwe yê taybet hebû. Ji bo mînak, Xale Tayer, Mame Sêwe û Mela Eshed di dibistana sitranên resen ên Kurdî de mezin bûn.”

Di dewamê de Arezu Îsmaîl destnîşankir ku li Koye sitranên Kurdî yên resen cihek xwe yê taybet heye û niha her kes bi van sitranan şanaze.

Serepeyv