Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî
Hefteya li pey 13’ê sibatê, hefteya Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî ye. Li rojên sêşem, çarşem û pêncşemê rojî tê girtin û roja îniyê jî eyd tê pîrozkirin. Li gorî baweriyê rojî li ser her kesî ne ferz e.
Ji bo vê cejnê du dana, du xwarinên taybet tên çêkirin. Heft zadên ji erdê çêbûne yên wekî, genim, garis, nîsk, nok, dendikê zebeşan, dendikê petêxan, gulberojk û hwd. tevlî hev dikin û li ser sêlikê diqelînin. Vî zadî dihêrin, dikin pêxûn ango arvan. Li gorî baweriyê bi vê bereket dikeve sala nû û dinyayê.
Roja eydiyê bi berbangê re av tê kelandin, Ji aliyekî ve jî dimis germ dikin û rûn diqijilînin. Pelorê dikin feraqan, dimis û rûn lêdikin, ewil ji feraqekê ji xêra miriyan jê vediqetînin û yên din dixwin.
Ji bo şîvê jî şilk tê çêkirin. Bi wî arvanî hevîr tê hasilandin û li ser sêlê wek nanê sêlê, nanekî tenik tê petandin; wî nanî hûrî tebaxan dikin
Li gorî baweriyê, Xidir Îlyas û Xidir Nebî jî bi tevî şêniyên malbatê taştiya xwe û şîva xwe dixwin û li hespên xwe siwar dibin, berê xwe didin warên xwe.
Ji bo keç û xortên êzidiyan, taybetmendiyeke cuda ya vê eydiyê jî heye. Ji bo wan eydiya bext û mirazê ye. Li gorî baweriyê, hemû ciwan nebin jî, yên dixwazin, şeva eydiyê, berî razanê sê sêwikên şor dixwin û radizên, di xewnê de kê ku av dirêj kir, ew mirazê wê/wî ye.
Cejna we pîroz be. Mirazê we bi dilê we be. Bila Xidir Îlyas û Xidir Nebî bên hawara we.