Albûma nû ya Seyidxan Sevînç a bi navê Lerz derket
Hûnermend Seyidxan Sevînç piştî demeke dirêj duyemîn albûma xwe ya bi navê “Lerz” derxist.
Seyidxan Sevînç got ku ew albûm çîroka jiyana wî ye.
Albûma Lerz ji 8 stranan pêk tê: Berav, Zendê, Xwelîser, Xanim, Xensê, Nadim, Min Serê Xwe Rakir û Gav.
Sevinç da zanîn ku gotinên piraniya stranên wî Haymatlos Suad nivîsîne û Onur Ozçelik jî aranjeya wan kiriye.
Hunermedê ji bajarê Sêrtyê yê Tirkiyê ye herwiha eşkere kir ku li gorî albûma wî ya ewil form û soundên nû ceribandine.
Wekî tê zanîn bi Seyidxan Sevînç re sendroma Touretteyê heye û ji ber wê sendromê her tim tevgerên fîzîkî û yên bideng hene.
Ew sendroma norolojîk ji dayikbûnê dest pê dike û heta dawiya jiyanê berdewam dike.
Sevînç ev sendroma xwe bi bîr xist û got: “Lerz çîroka min a vê dinyayê ye. Ev 30 sal in ez her dilerizim.”
Seyidxan Sevînç albûma xwe ya yekem jî bi navê “Bîr” sala 2020an derxistiye.