Festîvala Helbesta Kurdî li Almanyayê bi rê ve çû
Cotmeh 25, 2023 16:50 Asia/Tehran
Festîvala Helbesta Kurdî li bajarê Essenê yê Almanyayê hat lidarxistin.
Komîteya Çandê ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd a Sûriyeyê, li binkeya Komeleya Hêlîn a li bajarê Essenê, Festîvala Helbesta Kurdî rêk xist.
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, vê ahengê li dar dixe. Îsal hunerhez û helbestdost bi giştî pir bûn. Helbestvanên kurd jî pir bûn. Ev derfeteke pîroz e ku helbestvan li hev guhdarî dikin. Di heman demê de derfet e ku her salê carekê helbestvan hevdu li vî cihî dibînin.
Tê gotin 24 helbestvan di wê festîvalê de beşdar bûn.
Helbestvanan , helbestên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş kirin. Berhemên helbestvanên beşdarbûyî jî dê têkevin pirtûkekê.