Gotûbêjên navbera Stûdyoyan û lîstikvanên Hollywoodê hatin rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i344190-gotûbêjên_navbera_stûdyoyan_û_lîstikvanên_hollywoodê_hatin_rawestandin
Gotûbêjên navbera lîstikvanan û serokên Stûdyoyên Hollywoodê hatin rawestandin.
(last modified 2023-10-15T12:58:36+00:00 )
Çirî 15, 2023 14:27 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên navbera Stûdyoyan û lîstikvanên Hollywoodê hatin rawestandin

Gotûbêjên navbera lîstikvanan û serokên Stûdyoyên Hollywoodê hatin rawestandin.

Ji 2ê Gulana 2023an va Yekitîya Nivîskarên Hollywoodê (WJA) ket grevê û destpêka Tîrmehê lîstikvanên Hollywood, televîzyon û radyoyê yên Amerîkayê jî tev li vê grevê bûn.

Ev yekitî daxwaza zêdekirina destmizdan û pergalmendkirina bikaranîna Hişê Çêkirî li Pêşeya Fîlmçêkirinê ya Amerîkayê dikin.

Li gorî nûçeya IRIB News'ê, Yekitîyan bi nûnertiya Lijneya Amadekerên Sînema û Televîzyonê yên Amerîkayê (AMPTP) bi weşandina daxuyaniyekê ragihandin, lîstikvanên grevgirtî û serokstûrdyoyên Hollywoodê gotûbêjên xwe di roja Çarşemiyê da rawestandine.