Amûrên mûzîka kurdî kîjan in?
li Mezopotamyayê du hunermendê Êzdî hebûne ku bi muzîkê ve nexweşîya qenc kirine. Yek Avger e û tê gotin ku yekem car muzîka gelêrî saz kirîye. Ya din jî Îbrahîm Musûlî ye ku li Bexdayê hunera xwe pêşkeşî Harûn El Reşîd kirîye û dibistana yekem ya muzîkê vekirîye.
Amûrên jenyariyê yên ku di nava kurdan de hatine bikaranîn ew in :
Bilûr; piranî bi darê qeysîyê çêdibe û enstrumanek hevpar ya hemû miletên Rojhilata Navîn e.
Zirne; bi giştî pergala mirtiba ye û bi dahol bikar tê.
Tembûr; wek saza Kurda tê zanîn. Bi zêdeyî Kurdên Sûrîye û İraqê bikar tînin.
Sentûr; wek qanûnê ye lê têlên wê kêm in, bi darek ve dixebite û enstrumana Kurdên Îranê ye.
Def (Erbane); bi du celeb e û li ser tarê zengil hene. Him di ayînên dewrêşan de him jî bi kilama ve bikar hatîye.
Dihol; di her heremê de bi kar tê, di destpêka xwe de zêdeyî ji bo bangê û ragîhandinê bi kar hatîye, îro tenê di dewat û dîlana de, bi zirne ve bikar tê.
Rebab; kêmtêlek wek kemençê ye û li herêma Botan bi zêdeyî bikartê.
Keman; di destê Kurdên Dersîmê de tê dîtin û gorî çavkanîyan heye ku ji Ermenîyan hildabin.
Û saz; wek muzîka gelek miletên rohilatê, pergalek sereke ya muzîka Kurda ye jî. Bi zêdeyî di semahan de bikar hatîye lê paşê bûye enstrumanek muzîka nûjen ya polîtik.