Paratekwandokarên Îranê di pêşbirkên azad ên qaremaniya Ewrûpayê de derketin pileya dudyê
Tîma neteweyî ya paratekwandoya Îranê, di pêşbirkên azad ên qaremaniya Ewrûpa 2023an de karîn ku 2 mîdalên zêr û 4 tûncan bi dest bixin û derkevin pileya dudyê.
Pêşbirkên azad ên paratekwandoya qaremaniya Ewrûpayê 2023an roja îniyê 30 Hezîranê li bajarê Montêqjiya Fransayê bi beşdariya 146 tekwandokarên 31 welatên cîhanê hatin lidarxistin ku nunerên Îranê karîn du mîdalên zêr û 4 tûncan bi dest bixin.
Di pola K44 a vê pêşbirkê de Miryem Ebdullahpûr di kêşa -47 kg û Hamid Heqşinas di kêşa +80 kg ê karîn mîdala zêrê wergirin.
Seîd Sadiqyanpûr di kêşa -63 kg, Mehdî Pûrrehnima di kêşa -70 kg û Elîriza Bext di kêşa -80 kg û Roza Îbrahîmî di kêşa -57 kg ê mîdala tûncê wergirtin.
Sercem tîma jin û mêrana Îranê bi qeydkirina 2 zêran û 4 tûncan piştî Tirkiyê bû qaremanê dudyê ya van pêşbirkan.
Tîma Brîtanya û Uzbekistanê jî piştî Îranê di pileyên 3 û 4 a cedwela pilebndiyê de cih girtin.