Taxên kevn li Bûşêhrê bi mebesta geşepêdana geştyariyê tên parastin
Adar 26, 2023 17:24 Asia/Tehran
Bajarê Bûşêhrêli başûrê Îranê ji hindik bajarên başûrê Îranê ye ku taxîn kevn û qedîmî tê da hatine parastin.
Li gorî rapora IRAN Press’ê, Hevkarî û hewldana gel ji bo parastina taxên qedîmî yên bajarê Bûşêhrê bûye sebeb geştyarî li wir geş bibe.
Van rojan û di dem û gavên betlaniyên Newrozê da, rêwî û geştyar bi çûyîna bo taxên kevn li vî bajarî û meşiyana li nav kuçeyên zirav û bi pencereyên darîn, bedewiya mîmariya îranî dibînin û jê hez dikin.