Tîmên neteweyî yên fûtbola Îran û Rûsyayê encameke beramber bi dest xistin
Adar 24, 2023 15:42 Asia/Tehran
Pêşbirka dostane ya tîmên neteweyî yên fûtbola Îran û Rûsyayê di dawiyê de bi encama beramber bi dawî hat.
Tîmên neteweyî yên fûtbola Îran û Rûsyayê di pêşbirkeke dostane de, şeva derbasbûyî li werzişgeha Azadiyê ya Tehranê bi beşdariya 7 hezar temaşevanan derketin pêşberî hev û ev pêşbirka di dawiyê de bi encama 1-1 bi dawî hat.
Şagirdên ‘Emîr Qelenoyî’ di nîva ewilî de li pêş bûn lê pênaltiyek dan Rûsyayê ku di 45 xulekên ewilî de derdan.
Bi destpêbûna nîveka diduyan, gelekî zû bi hereketa ‘Muhemed Muhibî’ pênaltiyek bo tîma neteweyî çêbû û ‘Mehdî Tarêmî’ pêşbirk gihand encameke beramber.