Belgefîlma “Ev dawiya rêyê nîne” di beşa Rikeberiyê ya Festîvala Meihodo’ya Japonê da hat wergirtin
Belgefîlma îranî ya bi navê “Ev dawiya rêyê nîne” derbasî beşa pêşbirkan a Festîvala Navneteweyî ya Medyayên Dîtbarî ya Xortan a Meihodo’yê li Japonê bû.
Festîvala Navneteweyî ya Medyayên Dîtbarî ya Xortan a Meihodo’yê ya Japonê festîvaleke fîlman a serbixwe ye ku ji bo rewacdana hewldanan bo parastina çanda kevneşopî ya însangeriyê ji serasnerî cîhanê dixebite.
Li gorî rapora IRNA’yê, Armanca Festîvala Navneteweyî ya Medyayên Dîtbarî ya Xortan a Meihodo’yê îcadkirina zemîneyekê ji bo gotûbêjên çandî navbera çêkerên fîlman li seranserî cîhanê ye.
Belgefîlma kurt a bi navê “Ev dawiya rêyê nîne” bi derhêneriya “Homayûn Rezayî-zade” hevrê digel 6 fîlmên îranî yên din dê li Beşa Pêşbirkan a Belgefîlmên Kurt ku 45 belgefîlman digire ber xwe, were nîşandan.