Bernameya taybet a televîzyona Krowasiyê bi boneya Newrozê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340266-bernameya_taybet_a_televîzyona_krowasiyê_bi_boneya_newrozê
Bernameya herî hezkirî ya televîzyona Krowasiyê bi navê “Roj Baş Krowasî” (Dobro jutro Hrvatska) bala xwe da ser “Sifreya Heft-Sîn” û danasîna Newrozê û Sala Nû li Îranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2023 13:43 Asia/Tehran
  • Bernameya taybet a televîzyona Krowasiyê bi boneya Newrozê

Bernameya herî hezkirî ya televîzyona Krowasiyê bi navê “Roj Baş Krowasî” (Dobro jutro Hrvatska) bala xwe da ser “Sifreya Heft-Sîn” û danasîna Newrozê û Sala Nû li Îranê.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Bernameya taybet a televîzyona Krowasiyê ya bi navê “Roj Baş Krowasî” vê sibê bi danasîna Sifreya Heft-Sîn a îranî û rapora nûçegihanê televîzyona Krowasiyê ji şûnwarên çandî û hunerî yên Îranê dest pê bû.

Nûçegihanê tlevîzyona Krowasiyê tevî danasîna bajarên Tehran, Kaşan, Îsfehan, Yezd û hwd, bal kişande ser potensiyelên şaristanî, çandî û cihwarên geştyariyê li Îranê û behsa cihêrengiya qewm û etnîk û dînan li Îranê kir û ji bîneran ra tewsiye kir ku serdana Îranê bikin.

Di beşeke din a vê bernmeyê da, “Franko Çorîç” mamosteyê dîrokê li Zanîngeha Osîkê ya Krowasiyê, çand û deb û rismên Newrozê, diqeta ecêb a “Omerê Xeyyam” di hesabkirina deqîq a kêliya guherîna salê û destpêbûna sala nû û eva ku li Îranê sersal herî zêde xwezayî û deqîq e, şirove kir.