Lionel Messi û Al Hilal a Erebistanê zêdetir nêzîkî hev bûn
Bavê lionel Messi ku birêvebirê kar û planên wî ye, gihîşt Erebistanê.
Peymana di navbera Lionel Messi û tîma Paris Sant German`ê yê havîna bê bi dawî were û wê demê yê Messi futbolîstekî azad be.
Wer xûya dike mijara wergirtina Messi ji hêla tîma Al Hilal a Erebistanê va her ku diçe ciddîtir dibe û vê tîmê asteke destmizê pêşnîyar daye ku asta herî bilind di dîrokê da tê hesêb.
Bavê Lionel Messi Jorge Messi ku rêvebirê kar û planên wî ye jî, gihîşt Erebistanê û bi vî awayî mijara veguhestina vî fûtbolîstî bo tîma Al Hilal a Erebistanê veguherî babeteek ciddî.
Biryar e ku Lionel Messi xwe jî wek ``balyozê geştyarîyê`` bi zûtirkê seredana Erebistanê bike.
Şayanî gotinê ye ku di zivistana sala 2022yê da jî Kirîstîyano Ronaldo istêrkê din ê futbolê tevli tîma Al Nasr a Erebistanê bû.