Pêşbirkên Cîhanî yên Snooker’ê; Werzîşkarekî îranî qonaxa komkî derbas kir
Adar 08, 2023 15:05 Asia/Tehran
Snookerbazekî îranî di Pêşbirkên Şeştop ên Qaremanîya Cîhanê-2023an li 3 reqîban bir û wek kesê yekê qonaxa dijwar a komkî derbas kir.
‘Hisên Wefayî’ snûkerbazê îranî di Pêşbirkên Şeştop ên Qaremanîya Cîhanê-2023an da ku li şarê Patiomi Tanî yê Taylendê di halê birêveçûnê da ne, di pêşbirka yekê da 5-1 li reqîbê taylendî bir û di pêşbirka duyê da 5-1 li reqîbekî skotlendî bir.
Wefayî şeva buhurî jî di dawîn pşbirka qonaxa komkî da derket pêşberî reqîbekî ji Îrlendê bi navê “Kên Dohêrtî” û karî 5-3 lê bibe û wek kesê yekê qonaxa yekê ya pêşbirkan derbas kir.