Serketina pûmsekarên nebîser ên Îranê di pêşbirkên Asya-Oqyanûsiyeyê de
Adar 02, 2023 18:47 Asia/Tehran
Pûmsekarên nebîser ên Îranê di pêşbirkên qaremaniya Asya-Oqyanûsiyeyê di beşên tîmî û takekesî de, du mîdalên zêr û mîdaleke zîvê bi dest xistin.
Îro (Pêncşemî) û di yekim pêşbirkên tekvandoya nebîseran a qaremaniya Asya û Oqyanûsiyeyê li Bîşkeka Qirqîzistanê de, pûmsekarên Îranê di beşa tîmî de bi beşdariya “Meryem Xudabende” û “Murteza Rizasifet” bi hevrikên xwe re leyîstin û bûn qareman.
Di beşa takekesiyê de jî, “Meryem Xodabende” mîdala zêr bi dest xist û derket pileya ewilî û Murteza Rizasifet mîdala zîv bi dest xist.
Yekim dewra pêşbirkên qaremaniya Asya û Oqyanûsiyeyê di werzîşên Guleşta Zzad û Guleşta Ferengî, Codo û Tekwandoya nebîseran jî li Bîşkeka Qirqîziatnê tê lidarxistin.