Sibat 25, 2023 21:08 Asia/Tehran
  • Şehram Ebdolî akterê navdar ê îranî koça dawîn kir

Şehram Ebdolî akterê navdar ê îranî îro li nexweşxana Qa`m a Meşhedê koça dawîn kir.

Şehram Ebdolî di 17ê Sibatê da tûşî xwînbrbûna temaran bû û ew veguhestin nexweşxana Qa`m a Meşhedê li bakur-rojhilata Îranê.

Ebdolî ku 46 salî bû, ji bo rolgêrana di rêzefîlma Asûdê Baş ango rehet û bêxem be, çûbû Meşhedê, di 17`ê Sibatê da nişkê va ji ser xwe çû. 

Şehram Ebdolî di gellek fîlm û rêzefîlman da rol gêrabû ji wan Mahgêrêftêgî ango reşbûna rûyê heyvê, Yêkî Berayê Hemê ango yek ji bo gişkan, Xeta Sor, Mij, Mxtarname, Xezal.

Şehram Ebdolî çend caran bibû mêvanê bernama Seher û Bîneran a Kanala Kurdî ya SAHAR`ê.