Sibat 23, 2023 19:04 Asia/Tehran
  • Destpêbûna sûdwergirtina ji Web Applikationa Kanala Kurdî ya SAHAR`ê

Bi amadekirina Web Applikationa Kanala Kurdî ya SAHAR`ê bînerên vê kanalê dikarin li film, rêzefîlm, belgefîlman temaşe bikin û guh bidin mûsîqîyên îranî.

Fîlm, rêzefîlm û belgefîlmên dublajkirî yên bi du zaravayên kurmancî û soranî bi salan bala temaşevanên kurd ên cîhanê ser Kanala Radyo û Televîzyona Kurdî ya SAHAR`ê da kişandine.

Ji ber pêşwazîya temaşevan û guhdaran Kanala Kurdî ya SAHAR`ê dest bi birêxistina Web Applikationa May SAHAR`ê kir.

Elî Bîyagûy Berpirsê Şebekeyên Civakî yê Kanala Kurdî ya SAHAR`ê di vî warî da got: Me ev nermalava li gorî girîngtirîn pîvan û taybetmendîyên piletformên vîdyoyan û ezmûnên şirketên din ên di vê beşê da amade kirîye.

Wî herwiha got: Di çiqa yekê ya birêxistina vê Web Applikationê da nêzî 500 fîlm, rêzefîlm, belgefîlm, mûsîqî û awaz û padkest û zêde ji 4 hezar kilaket li malperê hatin bicihkirin.

Berpirsê Şebekeyên Civakî yê Kanala Kurdî ya SAHAR`ê herwiha got: Ji bo çiq û qonaxa duyê jî em dê kualîte û lezê jorda bibin û ev yeka dê bibe sebeb ku seredana temaşevanan zêde bibe û vîdyo rehet ber desta bin.

Berpirsê Şebekeyên Civakî yê Kanala Kurdî ya SAHAR`ê herwiha got: Di qonaxa sêyê da, bernameyên taybet yê ser vê App`ê werin bicihkirin.