Pêşbirkên Skiyê yên Qaremanîya Cîhanê; 2 Iskîbazên îranî derbasî fînalê bûn
Sibat 23, 2023 17:54 Asia/Tehran
Dewra Çil û Sêyê ya Pêşbirkên Skiya Nordic ên Qaremanîya Cîhanê ya sala 2023yê li Polanîtsaya Slovenîyê dest pê bû.
Ev dewra Pêşbirkên Skiya Nordic ên Qaremanîya Cîhanê ji pişkên firrîn, berxwedan û pêkhateyî pêk tê.
Zêde ji 2 hezar iskîbaz ji 66 welatên cîhanê di 3 beş û 24 çiqan da rikeberîyê dikin.
Di beşa 15 kîlometr a Azad a Mêran da Danîyal Sawe-Şêmşekî ji Îranê di rêza nehan da cî girt û derbasî fînala vê çiqê bû.
Di dewra berayî da Semane Beyramî-Bahêr ji Îranê di rêza heştan da cî girt û derbasî fînalê bû.
Pêşbirkên Iskîyê yên Nordic ên Qaremanîya Cîhanê da ku ji sala 1925ê va 2 salan carekê tên lidarxistin, Norwej bi 159 mîdalên zêr, 120 mîdalên zîv û 119 mîdalên tûnc xwedîrekor e.