Tîma guleştê ya Banke Shahr a Îranê bû qaremana Kapa Tîmên Cîhanê
Sibat 18, 2023 20:30 Asia/Tehran
Tîma guleştê ya Banke Shahr a Îranê bû qaremana dewra heftan a Pêşbirkên Guleşta Azad ên Kapa Tîmên Welatên Cîhanê.
Dewra heftan a Pêşbirkên Guleşta Azad ên Kapa Tîmên Welatên Cîhanê(World Wrestling Clubs Cup) bi pişikdarîya 6 tîman di rojên 17 û 18ê Sibatê da li Salona Şehîdên 7`ê Tîr`ê ya Têhranê hat lidarxistin.
Tîmên guleştê yên Banke Shahr a Îranê û Padobeni ya Ûrsêtê îro di pêşbirka fînalê da derketin pêşberî hev ku tîma Îranê 6-4 li tîma reqîb bir û bû qareman.