Sibat 18, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna beşeke plana Artêşa Fransayê dema koledarîya vî welatî li Afrîqayê di fîlmekê da

Aşkirabûna rola serbazên Fransayê wek talankerên Afrîqayê di fîlmeke bi navê Pilingê Reş da pêrgî nerazîbûna hikûmeta wî welatî bûye.

Di beşeke fîlma sînemayê ya Pilingê Reş da, wiha tê nîşandanê ku leşkerên fransî hewil didin heyîtîya welatekî afrîqî bidizin.

Di dewama vê fîlmê da herwiha tê nîşandan ku serbazên fransî dema dizîya li welatekî afrîqî wek êxsîr dikevin desta û wan dibin nivîsgeha NY.

Nîşandayîna vê fîlmê ku tê da tenê beşeke cinayetên artêşa Fransayê li welatên afrîqî dikeve ber çavan, bûye sedema nerazîbûna hikûmeta Fransayê û Wezîrê Hêzên Çekdar ê Fransayê têkildarî vê fîlmê li rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Ez ji ber nîşansana îmaj û dîmeneke wiha têkildarî leşkerên welatê xwe zef hêrs bûme.