Werzişkareka bezê ya îranî bû qaremana Asyayê
Sibat 12, 2023 12:18 Asia/Tehran
Werzişkareka bezê ya îranî ku bû qaremana Asyayê got: Hertim armanca min bilindkirina ala Îranê bi nîşaneya serkevtinê ye.
Ferzane Fesîhî werzişkara îranî ya beşa bezê şeva buhurî karî di
Çiqa 60 Mêtir a Pêşbirkên Beza Nav Salonê yên Asyayê da bibe
qareman.
Fesîhî piştî ku bû qareman, got: Ez ji ber ku bûm qaremana
Asyayê zef kêfxweş im û şukur bo Xwedê piştî çend salan ev
pilleya hat bidestxistin.
Wê herwiha got: Hertim armanca min ev bû ku ala welatê xwe bi
nîşana serkevtinê bilind bikim û ji bo Îranê û gelê xwe têbikoşim.
Hêvî dikim di siberojê da careka din mîdalên baş bi dest bixim.